Bexda: Me ti muhlet ji bo vekişandina Pêşmerge ji Kerkûkê nedaye

Hikûmeta Iraqê red dike ku ti muhletek dabe hêza Pêşmerge, da ji Kerkûkê vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê red dike ku ti muhletek dabe hêza Pêşmerge, da ji Kerkûkê vekişin.

Berdevkê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Seid Hudeysî ragihand, hêzên Iraqê li gor destûr tevgerê dikin û li gor planeke ewlehiyê li cihên diyarkirî bicih dibin.

Hudeysî tekez kir, hikûmeta Iraqê dixwaze careke din li wan cihan bicih bibe, ku ber hatina DAIŞê li wir bûn. Ev riftar jî bi tundî ji aliyê fermandarên Pêşmerge hat redkirin.