Faûd Mehsûm destpêşxeriya xwe di civînê de guftûgo dike

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê xaleke destpêşxeriya Fûad Mehsûm ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkere dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê xaleke destpêşxeriya Fûad Mehsûm ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkere dike, ku îro di civîna îro ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda PDK û YNK de behs dike.

Şêwirmendê Serokomarê Iraqê, Ebdulah Eliyawî ji K24ê re ragihand, Serokomar ti destpêşxeriyek û daxwazek ji aliyê Heyder Ebadê ve ji serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê re neaniye. Destpêşxeriya Serokomar bixwe heye ji bo derbaskirina vê rewşê û aloziya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Îro jî wê destpêşxeriyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê gotbêj dike.

Aşkere kir jî, yek ji xalên destpêşxeriya Serokomar ew e, guftûgo di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be, ji bo çareserkirina giriftan. Herwiha daxwaza asayîkirina rewşa Bexdayê dike.