Balyozxana Amerîka li Iraqê ji êrîşa Heşda Şeibî dilgiran e

Balyozxana Amerîka li Bexdayê dilgiraniya xwe beramberî êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser parêzgeha Kerkûkê ragihand

K24- Navenda Nûçeyan

Balyozxana Amerîka li Bexdayê dilgiraniya xwe beramberî êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser parêzgeha Kerkûkê ragihand û daxwaz ji tevahiya aliyan kir, dispilîna xwe biparêzin û xwe ji riyên serbazî dûr bikin.

Balyozxaneya Amerîkî diyar kir, ew ji bo kontrolkirina rewşê û dûrkirina şer di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de, kar û bizavên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniyekê de balyozxana Amerîkî zelal kir, ew piştevaniya rêvebirina hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de dikin ji bo navçeyên cihê nakokiyê û tekez kir ku pêwîst e hemû alî tenê şerê DAIŞê bikin.