Mîlîşya Heşd û dije terora Iraqê bi rêberiya hêzên Lahor gihiştin Kerkûk

Jêderekî ji YNK: mîlîşya Heşda Şeibî û feyleqa Qudis ya Supaya Pasdaran bi alîkariya çekdarên ser bi Lahor ve hatin nav bajarê Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, mîlîşya Heşda Şeibî û feyleqa Qudis ya Supaya Pasdaran bi alîkariya çekdarên ser bi Lahor ve hatin nav bajarê Kerkûkê.

Wî jêderî zelal kir, hêzên ser bi Lahor beşdar in di pêşveçûna hêzên dije terora Iraqê de li Kerkûk û derdora wê.

Heman jêderî tekez kir, hêzên dije terora Iraqê û hêzên ser bi Lahor ve, navendeke hevbeş li serbazgeha K1 li rojavayê Kerkûkê pêk anîne.

Duh beşek ji berpirsên Yekîtî li gel Qasim Silêmanî û mîlîşya Heşda Şeibî rêketin û biryar dan Kerkûk û tevahiya sengerên Pêşmerge radestî Heşdê û hevpeymanên wan di Supaya Pasdaran de bikin.

Her di wê çarçoveyê de, beşek ji berpirsên YNK fermanyana kişandina hêzên xwe ji sengeran dan û rê ji bo dagîrkirina bajarê Kerkûkê ji aliyê Heşdê û Supaya Pasdaran ve xweş kirin.

Piştî wê kiryara beşek ji berpirsên YNK, fermandeya giştî ya hêzên Pêşmergên Kurdistanê ragihand: "Beşek ji berpirsên YNK xiyaneteke dîrokî û mezin li Kurdistan û xwîna şehîdan kirin."