Ensarioglu: Tê zanîn ku, Tehran Bexdayê birêve dibe

Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu nerazîbûnek tûnd li dijî êrîşa Haşdî Şabî ya li Kerkûkê nîşan da

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê AK-Partiyê Galîp Ensarîoglu nerazîbûnek tûnd li dijî êrîşa Haşdî Şabî ya li Kerkûkê nîşan da û ragihand: Haşdî Şabî rêxistinek terorsîst e û êrîşên wê naye qebûlkirin.

Haşdî Şabî li navçeyê bi şêweyek hovane tevdigere û komkujiyan dike. Êrîşa wê ya li dijî Kerkûkê xizmet ji Îranê re dike. Ensarîoglu herwiha got Tahran Bexdayê bi rê ve dibe û dixwaze rêveberiya Herêma Kurdistanê hilweşîne. Armanca sereke  ya Îranê avakirina Hîlala Şiî ye. Ji bo vê Haşdî Şabî êrîşê Kerkûkê dike.

Ensarioglu diyarkir: Gelek eşkereye ko Tahran Bexdayê bi rê ve dibe. Herwiha Tahran baweriya xwe bi hêza Arteşa Iraqê neanî û hêzek bi navê Haşdî Şabî ava kir. Armanca Haşdî Şabî ya li Kerkûkê armancên Îranê e. Îran dixwaze Rêveberiya Herêma Kurdistanê hilweşîne û aramiya navçeyê têk bide. Bi vî awayî dixwaze hîlala Şiîyan ava bike. Îran ji bo van armacên xwe Haşdî Şabî bikartîne. Ev lîstîka Îranê gelek bixeter e. Dema DAÎŞ êrîşê Kerkûkê kir Arteşa Iraqê dest ji Kerkûkê berda. Dest ji herêmên Kurdistanî yên dervayî Rêvberiya Hikûmeta Kurdistanê berda û reviya. Lê yên ko xwedî li wan herêman derket û parast pêşmerge bûn.  Pêşmerge di navbera kurd û ereb û tirkmenan de cûdakarî nekir û wan parast. Îro jî pêşmerge maf û hikûqa hemî bawerî û kêmneteweyan diparêze. Divê mirov ji bo çarerkirina pirsgirêkan rêyên aşitiyane bikarbîne. Şer û alozî tenê xizmeta Îranê dike. Divê em vê yekê baş bizanin.  Îran ji alozîyan sûd werdigre. Haşdî Şabî li navçeyê bi şêweyek hovane tevdigere û komkûjiyan dike. Haşdî Şabî li gor me jî li gor Serokomarê me Recep Tayîp Erdogan jî rêxistinek terorîst e. Ev êrîşa Haşdî Şabî ya li Kerkûkê dê aramiya navçeyê têk bide û rewşê aloztir bike.