Ozçelik: Ji bilî ragihandina serxwebûna Kurdistanê rêyek din nema ye

Serokê PAK'ê Mustafa Ozçelîk ji K24 re amaje kir ku, bi vê êrîşê, ji bo Kurdan ti rêyek ji bilî ragihandina Serxwebûna Kurdistanê nema ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa leşkerên Iraqê û milişyatên Haşdî Şabî ya li hember Kurdistanê, ji aliyê Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê ve jî bi tûndî hate pêşwazîkirin.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAK'ê Mustafa Ozçelîk ji Kurdistan24'ê re amaje kir ku, bi vê êrîşê, ji bo Kurdan ti rêyek ji bilî ragihandina Serxwebûna Kurdistanê nema ye.