Geverî: Bi rêxistinên qirêj êrîş li Kurdistanê tê kirin

Îro hukimeta Iraqê, bi rêxistinên qirêj û bi rêxistinên gemarî yên di bin kontrola Îranê de êrîş kirin Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Iraqê û milişyaten Heşda Şabî bi piştgiriya Îranê, nerazîbûnên mezin jligel Kurdên bakurê Kurdistanê peyda kiriye. Parlementerê Partiya Demokraiya Gelan (HDP) ê Wanê Adem Geverî daxwazkir ku, Kurdên cîhanê hemû divê piştevaniya Kurdistanê bikin.

Geverî dilgiraniya xwe weha anî ziman: “Em xemgîn in, jiber ku hemberî daxwazên rewa yên demokratîk û ligor peymanên navneteweyî bi tenq û topan rastî bersîvê hatin. Îro hukimeta Iraqê, bi rêxistinên qirêj û bi rêxistinên gemarî yên di bin kontrola Îranê de êrîş kirin Kurdistanê. Dixwazin zulma Saddam kirî, dubare bikin. Lê Kurd şiyar in û ne Kurdên berê ne.

Mafê Kurdistanê yê xweparastinê heye. Gelê Kurdistanê bi Pêşmergeyên xwe re dê xaka xwe biparêze. Amerika û welatên Ewrûpa dive helwêsta dijî van planên qirêj ên Îranê li herêmê nîşan bidin. Em dibînin, çawa ew aliyên ku bi xwe dijminê hevûdu ne, lê li dij Kurdistanê dibin yek. Hemû Kurd ên cîhanê, dive piştevaniya Kurdistanê bikin”.