ENKS ji Amerîka û civaka navdewletî dixwaze êrîşa Heşdê rawestînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji civaka navdewletî û Amerîka kir ku bi berpirsatiya xwe rabin û êrîşa çekdarên Heşda Şeibî li ser Kurdistana Başûr rawestînin.
Emîndariya giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand: "Çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û Supaya Pasdarên Îranê, ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê êrîşî Kerkûkê kirine û ev yek tekez dike ku biryarên siyasî û serbazî yên Iraqê di destê Îranê de ne.
ENKS di daxuyaniya xwe de ji bilî şermezarkirina wê êrîşê, daxwza ji civaka navdewletî û Amerîka kir ku bi berpirsatiya xwe rabin û êrîşa li ser Kurdistanê rawestînin û gelê Kurdistanê biparêzin.