Rosneft petrola Herêma Kurdistanê hinarde Ewropa dike

Kompanyay Rosneft a Rûsî ragihand, rêkeftina Rosneft û Herêma Kurdistanê dikeve warê cibicîkirinê û di riya boriyên petrola Herêma Kurdistanê re hinadina bazarên cîhanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyay Rosneft a Rûsî ragihand, rêkeftina Rosneft û Herêma Kurdistanê dikeve warê cibicîkirinê û di riya boriyên petrola Herêma Kurdistanê re hinadina bazarên cîhanê dike.

Kompanyaya Rosneftê di daxuyaniyekê de aşkere dike, dest bi cibicîkirina projeyên wê yê hevbeş ligel Herêma Kurdistanê dike, ku kompanya Rosneftê firotan û hinetina petrola Kurdistanê di riya boriyên herêmê re hinade Ewropa dike.

Amaje bi wê jî kir, pişka Rosneftê ji sedî 60 dibe, di qonaxa yekem de jî petrola Herêma Kurdistanê hinade Almanyayê dike.

Di Sibata borî de, Kompanyaya Rosneftê û hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kirin, li gor wê Rosneft 3 salan petrola Herêma Kurdistanê dikire.