Heşda Şeibî Pêşmergeyekî di mala wî de şehîd dikin

Li Pirdê Pêşmergeyek dema vedigere mala xwe ji aliyê Heşda Şeibî ve tê şehîdkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Pirdê Pêşmergeyek dema vedigere mala xwe ji aliyê Heşda Şeibî ve tê şehîdkirin.

Şehîd Ehmed Îlham Necat yê bi navê (Ehmed Pirdî) naskirî ye, jidayibûna bajarokê Pirdê 1989an e û Pêşmergê Yekîneya 80ê bû. Piştî windabûna 3 rojan Şehîd Ehmed duh li mala xwe hate dîtin.

Li gor malbata Şehîd Ehmed, ji ber rewşa şer li Pirdê Ehemd hevjîn û zarokên xwe dibe bajarê Kerkûkê. ji berî 3 rojan dema diçe mala xwe li Pirdê, çekdarên Heşda Şeibî wî nas dikin û di mala wî de wî şehîd dikin.

Piştî dîtina termê şehîd Ehmed, bi amadebûna hevsenger û kesûkarên wî, li Hewlêrê bi xakê hate spartin.