Wezîrê derve yê Amerîka gihişte Bexdayê
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson bi serdanekê nişkave gihişte Bexdayê.
Biryar e Tillerson, li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive.
Çaverê ye rewşa dawî ya Iraqê û bi taybet pirsa Kerkûkê û êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û şerê terorê mijarên civîna Ebadî û Tillerson bin.