Berpirsekî Îranî:"Qasim Silêmanî pîlanên Amerîka li Kurdistanê têkşikand"

Gulpayeganî: "Amerîka û Israîl, pilan ji bo avakirina Israîla diwem li Herêma Kurdistanê danîbûn"

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê ofîsa Elî Xamineyî Mihemed Mihemedî Gulpayeganî tekez kir ku "Rênmayên Fermandarê Şoreşa Islamî û bizavên Qasim Silêmanî pilanên Amerîka û Israîl li Kurdistana Iraq hilweşanin."

Gulpayeganî dibêje: "Amerîka û Israîl, pilan ji bo avakirina Israîla diwem li Herêma Kurdistanê danîbûn, lê bi riya rênma û fermandariya şoreşê û bizavên Qasim Silêmanî, ew pilan hat têkbirin û bê xwînrijandin Kerkûk hat rizgarkirin."

Ev ne cara yekê ye ku berpirsên pile bilind yên Îranê, bi eşkere behsa wê pîlanê dikin ku welatê wan bi riya fermandarê feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Silêmanî û bi rêketinê li gel hejmarek ji berpirsên aliyekî siyasî yê Kurdistanê, karîn dest li ser Kerkûkê deynin.