Bexda hewl dide weşana Kurdistan24ê li Nilesatê rawestîne

Piştî girtina nivîsgeha Kurdidtan24ê li Bexda û Kerkûkê, niha hikûmeta Iraqê fişarê dixe ser hikûmeta Misrê, ji bo weşana Kurdistan24ê li satellita Nilesatê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî girtina nivîsgeha Kurdidtan24ê li Bexda û Kerkûkê, niha hikûmeta Iraqê fişarê dixe ser hikûmeta Misrê, ji bo weşana Kurdistan24ê li satellita Nilesatê rawestîne.

Çend pêgeh û malperên Heşda Şeibî belav kirine ku, hikûmeta Iraqê niha hewl dide hikûmeta Misrê razî bike, ji bo weşana Kurdistan24ê li li satellita Nilesatê rawestîne.

Di nivîsekê de hatiye, “Ji ber berpirsayetiya niştimanî û ji bo rêgirtin li arasteya wan  kenalên esmanî yên ku piştevaniya tundûtûjî û taifiyetê dike, nivîsgeha Kurdistan24ê li Bexdê digirin.”

Ji ber rola Kurdistan24ê ya romalkirin û veguhastina dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî Herêma Kurdistanê û veguhastina rewşa bi ser wan navçeyan de hatine û ew binpêkirin û destdirêjiya Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li welatiyan kirine, nivîsgeha Kurdistan24 li Kerkûk û Bexdayê hatine girtin.

Niha jî hikûmeta Bexdayê hewla dide weşana wê kenalê li satellita Nilesat rawestîne.