Ebadî û Yildirim liser pêwendiyên dualî axaftin

Yildirim di konferansa rojnamegerî de da xûyakirin ku, lidij referendûma serxwebûna Kurdistanê Tehran, Enqere û Bexdayê bi hevûdu re karkirin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seredana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Tirkiye bi sê xalan ên ku aliyan liser rêkeftin berdewam dike. Xala yekem, pêwendiyên dualî, duyem: hevkariya dijî terorê û PKK, sêyem: berferehkirina têkiliyên aborî. Ebadî ji alî Wezîrê Gumrikê yê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin, piştre ligel Serokomar Erdogan û herî dawî jî ligel hevpostê xwe yê Tirk Binalî Yildirim hevdîtin encam da.

Yildirim di konferansa rojnamegerî de da xûyakirin ku, lidij referendûma serxwebûna Kurdistanê Tehran, Enqere û Bexdayê bi hevûdu re karkirin e. Ebadî jî anî ziman ku, hêvîdar in pêwendiyan wan ligel Tirkiye bihêztir bibin.