Ebadî: Me Iraq vegerand hembêza Erebî

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, tekeziyê li ser vegera Iraqê bo hembêza Erebî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, tekeziyê li ser vegera Iraqê bo hembêza Erebî dikin.

Ebadî îro bi serdanekê gihêşt Enqerê û ligel ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan û Serokwezîr Binalî Yildirim civiya. Di hevdîtina ligel Erdogan de, Ebadî got, ji bilî hêzên ku rê pê hatine dayîn, nahêlin çekê ti kesekî din hebe.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê, Rola Tirkiyê ya girîng û sereke di hewla serxistina hewlên li dijî referandûma Kurdistanê de hebû.

Heyder Ebadî ragihand, tekeziyê li ser girîngiya vegera Iraqê ji hembêza Erebî û herêmî dikin û serdana wî ji bo Tirkiyê bi kilîta xêr û başiyê ji navçê re dêjmêre.

Roja 25ê Îlona borî, xelkê Kurdistanê ji Zaxo û ta Kerkûk û Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.

Ji destpêka vê mehê ve, hêzên Iraqî û grûp û mîlîşyayên Şîe yên di nava Heşda Şeibî de li dijî Herêma Kurdistanê tên komkirin.

Roja 16 vê mehê jî, bi hevkariya hejmarek ji berpirsên YNK, mîlîyayên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê û bi hevkarî û şêwirmendiya Qasim Suleymanî karîn Kerkûk û navçeyên Kurdistanî dagîr bikin.

Di piştre di riya medyayê re aşkere bû, Bavfil Talebanî, Lahor Şêx Cengî û birê wî Aras Şêx Cengî bi serperiştiya Qasim Suleymanî bi Heşda Şeibî re rêkeftin kirine û bajaran radest bikin û hêzên Pêşmerge vekişin.

Ji ber wê rêkeftinê, piraniya xelkê Kurdistanê û Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi xiyanet hat binavkirin.