Rûhanî: Berhemanîna mûşekan em dê bidomînin

Berî çendîn rojan di Kongresa Amerîka de projeyasayek ldij berhemanîna mûşekên Îranê bi 423 dengan hemberî 2 dengan hatibû pejirandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di telewizyona fermî ya Îranê de ragihand: Em dê berhemanîna mûşekan bidomînin, ev yek ne lidij rêkeftinên navneteweyî ye.

Berî çendîn rojan di Kongresa Amerîka de projeyasayek ldij berhemanîna mûşekên Îranê bi 423 dengan hemberî 2 dengan hatibû pejirandin. Herweha Serokê Amerikayê Trump berhemanîna mûşekên Îranê wekî metirsiyek lider herêmê û cîhanê binav kiribû.