Necmedîn Kerîm: Nêzîktir ji wê dema dihat çaverêkirin, Kurdistan dibe dewleta serbixwe

Necmedîn Kerîm: Xewna dewleta serbixwe ya Kurdistanê hîna zindî ye. Baweriya min a bihêz heye, ku Kurdistan rojek ji rojan dibe dewleteke serbixwe û nêzîktir ji wê dema ku dihat çaverêkirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di hevpeyvînekê de ligel kenala “CNN” a Amerîkî de ragihand, karekî asayî ye Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dirêjkirina dema serokatiyê red bike û xewna dewleta Kurdistana serbixwe jî hîn zindî ye.

Necmedîn Kerîm ji wê kenala Amerîkî re ragihand, “Dema serokatiya Barzanî bidawî bûye. Berê soz dabû gelê Kurdistanê ku ew naxwaze ew dem bê dirêjkirin û xwe di hilbijartinên bê de hilnabijêre. Ev karekî asayî ye. Wî ala encamdana referandûmê bilind kir. Referandûm gelekî bi aştiyane hate kirin, lê mixabin karvedanên hikûmeta Iraqê û welatên cîran gelekî tund bûn. Lê xewna dewleta serbixwe ya Kurdistanê hîna zindî ye. Baweriya min a bihêz heye, ku Kurdistan rojek ji rojan dibe dewleteke serbixwe û nêzîktir ji wê dema ku dihat çaverêkirin.”

Li ser pirsa “Ma Herêma Kurdistanê derbarê dema referandûmê de şaş kir?” Necmedîn Kerîm got: “Berî referandûmê xwepêşandanên piştevaniyê hebûn. Ti aliyekî siyasî negot ew li dijî referandûmê ne û piştevaniya referandûmê dikirin. Ew kesên li dijî referandûmê bûn, nikarîn 2 hezar kes kom bikirana”

Herwiha dibêje: “Me dizanî metirsî heye. Çûna berve serxwebûnê ne seyran e. Me pêşbînî dikir encamên cudabûna ji welatekî ku 100 sal in stemê li me dike, dê her wiha be, lê me pêşbînî nedikir ku dostên me û ew kesên bi hev re bergîrî li welatê xwe û welatên din dikir di şerê li dijî DAIŞê de, biçe sengerê stemkaran û piştevaniya wan bike.”  

Necmedîn Kerîm amaje bi wê jî kir, “Ev referandûmê pêwîst e her bigihe armancên xwe. Me hin navçe jidest dan yên ku wek navçeyên dagîrkirî tê hejmaretin, ne ku kêşe li ser in. Me çendî daxwaz dikir ji piştî referandûmê guftûgoyê bikin, lê wan red kir, lê gelê biryara xwe da. Wek Serokê koçkirî yê Amerîkî John Kennedy gotiye (Ji serkeftinê re hezar bav hene û şikest jî sêwî ye) lê Kerkûka ku niha ketiye destê hêzên Iraqê, digirin.”