Mesrûr Barzanî: Tevî hemû kêşeyan, Herêma Kurdistan pabendî şerê dijî terorê ye

Almanya û Firensa tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  pêşwazî li Bruno Obert Balyozê Firensa û Sîrîl Nan Balyozê Almanya li Iraqê kir.

Di civînê de herdu balyozan tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên Firensa û Almanya li gel Herêma Kurdistan kirin û diyar kirin ku herdu welat berdewam dibin ji bo navberkariyê û piştevaniya danûstandinan di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser bingeha destûra Iraqê, daku aştî û aramî li deverê bicî bibe.

Derbarê pêşveçûnên vê dawiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de, şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir, ku êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî û tevahiya tevgerên wan yên serbzaî destûra Iraqê binpê dikin.

Herweha Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewam Herêma Kurdistanê ewlehî û aramiyê dixwaze û daxwaz kir herî zû bi piştevaniya civaka navdewletî danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji danûstandinên serbazî, bibin danûstandinên di ware siyasî û îdarî de.

Di beşekî din yê civînê de, şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, pabendiya Herêma Kurdistanê bi cenga dijî terorê di çarçoveya hevpeymana navdewletî de ji bo nehiştina terorê piştrast kir.