Bexda dest bi teirîba navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêmê dike

414 Parçe zevî li bajarokê Cebare yê ser bi Xaneqînê ve, li ser hejmarek ji xelkên erebên tên dabeşkirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgeh û encûmenên şaredariyên Diyala, biryar dane 414 parçe zevî li bajarokê Cebare yê ser bi Xaneqînê ve, li ser hejmarek ji xelkên erebên navçeyên din yên parêzgeha Diyala dabeş bikin.

Li ser vê yekê çavdêrên siyasî dibêjin "Ev yek teirîbkirineke dine ji navçeyên Kurdistanî re yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê".