Opozisyona Sûriyê daxwaza derketina Sûpaya Pasdaran ji Sûriyê dike

Opozisyona Sûriyê ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî xwest, biryarekê bide daku Sûpaya Pasdaran a Îranê ji Sûryê derkeve

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda opozisyona Sûryê li Astana daxwaza derketina Sûpaya Pasdaran ji nav axa Sûriyê kir.

Ew sand ku nûneratiya opozisyona Sûriyê ya çekdar dike, niha di gera heftan ya Astana de beşdar bûye û bang Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir, ku biryarekê bide daku Sûpaya Pasdaran a Îranê ji Sûryê derkeve.

Herweha wê şandê daxwaz kir ku navçeyên kêmkirina şer bê zêdekirin û başûrê Şamê jî tevlî bikin û li aliyekî din jî dosya komkujiya bajarokê Qeryetên bê vekirin, ku bi gotina opozisyonê: Rêjîma Sûriyê li gel DAIŞê bi wê komkujiyê rabûne.