Perlemana Iraqê temenê xwe dirêj kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Di rûniştina îro de Perlemana Iraqê bi piraniya dengan temenê xwe 30 rojan dirêj kir, herweha vekirina baregehên emnî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê qedexe kir.
Piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Perlemana Iraqê çendîn biryarî li dijî Herêma Kurdistanê derxist û tevahiya wan bijardeyan, li gel bijardeya serbazî li ber destê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî danî.