Supasalarê Iraqê derbasî Silopiyê bû

Rêvebirê Asayişa deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl, Ebdilwehab Mihemed red kir ku ti hêzeke artêşa Iraqê li Îbrahîm Xelîl hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Asayişa deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl, Ebdilwehab Mihemed red kir ku ti hêzeke artêşa Iraqê li Îbrahîm Xelîl hebe.

Ebdilwehab Mihemed ji K24ê re ragihand, îri du fermandarên bilind ên artêşa Iraqê bi hevahengiya ligel hêzên Pêşmerge bi otombîlên xwe çûn navçeya Silopî ya Bakurê Kurdistanê û serdana leşkerên Iraqê kirin, ku ji berî mehekê ve ligel artêşa Tirkiyê manora leşkerî dikin.

Rêvebirê Asayişa deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl got jî, niha tevgera bazirganiyê di deriyê Îbrahîm Xelîl re asayî ye û ti guhartinek jî nebûye.

Di wêneyekê de diyar dibe, supasalar Iraqê Osman Xanimî û fermandarekî din yê Iraqî li Akademiya Leşkerî ya li Silopiyê ne, serdana leşkerên Iraqê dikin û bi fermandar û leşkerên Tirkiyê re diaxive.