Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê postê parêzgarê Kerkûkê yekalî dike

Ciwan Hesen: Heger em wî postî ji bo Kurdan yekalî nekin, Bexdayê biryar daye hakimekî serbazî ji Kerkûkê re deyne

K24 - Navenda Nûçeyan

Endama Encûmena parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta yekgirtûya Islamiya Kurdistanê Ciwan Hesen ji Kurdistan24ê re got: "Me wek du endamên yekgirtûya Islamî biryar daye beşdariyê di civîna Encûmena parêzgehê de bikin daku postê parêzgarê Kerkûkê ji Kurdan re bê yekalîkirin."

Got jî: "Heger em wî postî ji bo Kurdan yekalî nekin, Bexdayê biryar daye ku hakimekî serbazî ji Kerkûkê re deyne, bi vê yekê jî metrisî dikeve ser rewşa bajar û beşdariya me di civînan de ji bo wê mebestê ye û em naxwazin ew post ji destê Kurdan here."

Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê, ji bo destpêkirina civînan divê 21 endam amade bibin, lê heya niha YNK li gel Turkmanan û kiristyanan kariye 20 endaman kom bike, bi beşdariya Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî wê rêjeya yasayî ya civînê temam bibe.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê Yekîtî Niştimanî Kurdistan, soz daye turkmanan beramberî beşdariya wan di civînên encûmena parêzgeha Kerkûkê û deng bidin namzedê YNK ji bo postê parêzgar, ewê YNK postê Serokê Encûmena parêzgehê bide turkmanan, ku niha jî ew post di destê Kurdan de ye.

YNK endamê polîtbîroya xwe Rizgar Elî ji bo wergirtina postê parêzgarê Kerkûkê namzed kiriye.

Li gorî yasayan divê destpêkê li nav hola encûmena parêzgehê deng li ser namzed bê dayin û piştre navê wî ji Bexdayê bê rakirin.