Binali Yildirim seredana Amerika dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Di sîbera çendîn krîzên ligel Amerika tên jiyandin, Serokwezîrê Tirkiye Binalî Yildirim seredana Amerika dike. Di navbeyna Tirkiye û Amerika de niha krîz a viza rûdaye, ku bandorek mezin li Tirkiye dike. Herweha rewşa Fethullah Gulen, doza dijî sextekar Reza Saraf, pêwendiyên Tirkiye yên serbazî ligel Rusya çendîn ji pirsgirekên din in.
Yildirim dê di navbeyna 7 – 11ê Mijdarê de li Amerîka be. Armanc - asayîkirina pêwendiyên ligel Amerika ye.