Putin diçe Îranê

Tê çaverêkirin Putin di dema seredana xwe de, ji dervî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, herweha ligel rêberê olî yê Îranê Ali Hameney re jî hevûdu bibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin sibe seredana Tehranê dike. Liser mêza danûstandinên Putin de pêwendiyên dualî, krîza Suriye û hewldanên çareseriyê, herweha pirsên din girêdayî Rojhilata Navîn hene.

Ligor agahiyên ji Kremlînê pirsa enerjiyê jî babetek girîng a hevdîtinin Putin ligel berpirsên Îranî ye. Tê çaverêkirin Putin di dema seredana xwe de ji dervî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, herweha ligel rêberê olî yê Îranê Ali Hameney re jî hevûdu bibîne.