Ne tenê Kurdistan û Katalonya daxwaza serxwebûnê dikin

Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de û Herêma Katalonya di 1ê Cotmehê de referandûmên serxwebûnê bi rê ve birin, lê her du herêm rûbirûyî fişareke derveyî hatin. Ji bilî ji wan her du herêman, çend herêmên din daxwaza serxwebûnê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de û Herêma Katalonya di 1ê Cotmehê de referandûmên serxwebûnê bi rê ve birin, lê her du herêm rûbirûyî fişareke derveyî hatin. Ji bilî ji wan her du herêman, çend herêmên din daxwaza serxwebûnê dikin.

Quebec
Quebec

Quebec

Quebec paytexta niştimanî ya Herêma Quebec li Kanadayê ye, hejmara rûniştvanên wê digihe 8 milyon kesî. Ji koma 34.5 milyon welatiyên Kanadayê.

Cara yekem, di sala 1980î de li Quebecê rapirseyeke cudaûna ji Kandayê hat kirin, lê piraniya xelkê wê bi rêjeya ji sedî 60 dengên “Na” dan. Cara duyem, di sala 1988an referandûm kir û ji sedî 49.4 dengên “Belê” dan.

Xelkê wê Herêmê Quebec hilgirê çanda Fransî ne.

Texas
Texas

Texas (Têksas)

Duyem mezintirîn wîlayeta Amerîka li ser astê rûberê ye û hejmara rûniştvanên wê digihe 27.4 milyon kesî, ji koma 320.2 milyon welatiyên Amerîka.

Texas parêzgeheke Mexico bû, di şerê sala 1836an de li hember hêzên Mexico şikest, lê di şerekî mezintir de biser ket û karî di salên 1836 ta 1845an de bibe komareke serbixwe û piştre bi ser Amerîka ve ket. Lê niha gelek ji xelkê wê wîlayetê naxwazin li wê yekê mukir bên k user bi Amerîka ve bin. Kesayetiya Siyasî Bob Wilson di wê hewlê de ye ku di nêzîktirîn dem de Texes serbixwe bibe.

Scotland
Scotland

Scotland

Scotland ta 1ê Gulana 1707an şaneşîneke serbixwe bû, ligel Îngiltirayê yasay yekbûnê pesend kirin û bi Şaneşîna Mezin ya Brîtanyayê hat naskirin.

Hejmara rûniştvanên Scotlandê 5.4 milyon kes in, ji koma 64.71 milyon welatiyên Brîtanyayê.

Roja 18ê Îlona 2014an referandûma serxwebûnê bi rê ve birin, lê bi rêjeya 55.42 ji sedî ji dengdaran serxwebûn nexwastin û tenê ji sedî 44.58 deng dan serxwebûnê.

Venice
Venice

Venice  

Veniceya yek ji 20 herêmên Îtalyayê ye. Li bakurê rojhilatê Îtalyayê dikeve û dewlemendtirîn herêmên Îtalya ji aliyê cihên dîrokî û şaristaniya Romanî ye. Hejmara rûniştvanên wê 4.9 milyon kes in, ji koma 60.79 milyon welatiyên Îtalyayê.

Di 23ê Cotmehê de, Komîta Hilbijartinê li Veniceyayê ragihand, ji sedî 98 ji xelkê wê herêmê deng dank u herêma wan xwe xwebirêveberiyê.

Alaska
Alaska

Alaska

Yek ji wîlayetên li ser deryaya Hêmin e û beşek e ji Amerîka ye. Yek ji wîlayetên mezin yên Amerîka tê hejmartin. Rûniştvanîn wê 700 hezar kes in.

Di meha Tebaxa 2015an de resenên wîlayeta Alaska û giravên Hawaii daxwaz ji Netewên Yekgirtî kirin, alîkariya wan bike, ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.

Herwiha malpera elktironî ya Koşka Spî di sala 2014an de belav kir, bi hezaran kesên resen yên wîlayeta Alaskayê îmze kom kirine û daxwaz dikin bi ser Rûsyayê ve bin.

Munchen paytexta Bavaria
Munchen paytexta Bavaria

Bavaria

Yek ji 16 wîlayetên Almanyaya Yekgirtî ye, paytexta wê Munchen e û hejmara wê herêmê 12.8 milyon kes in. Partiya Bavaria yek ji partiyên sereke ye ku piştevaniya serxwebûna wê herêmê dike, lê heta niha nikariye dengên pêwîst ji bo serxwebûnê bidest bixe û ji sala 1966an ve jî nikariye yek kursiyê di parlemantoya Almanyayê de bidest bixe.