NATO: Em şerek sar ê nû naxwazin

Stoltenberg daxwaza xwe ya diyalogê ligel Rusya û Çînê anî ziman û got ku, baweriya me bi diyalogê heye, jiber ku em şerek sar ê nû naxwazin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diyarkir ku, hêvîdar e Konseya NATO – Rusya domdar be.

Stoltenberg daxwaza xwe ya diyalogê ligel Rusya û Çînê anî ziman û got ku, baweriya me bi diyalogê heye, jiber ku em şerek sar ê nû naxwazin. Daxwaza wan a izolekirina Rusya û Çînê jî nî ne. Ger hin pirs rû bidin jî, dive bi rêya diyalog û danûstaninan bên giftûgo kirin.