Berpirsekî Artêşa Iraqê: Ti hêzeke Iraqî li Îbrahîm Xelîl û Pîşabûrê belav nebûne

Bi arambûna aloziyan û destpêkirina guftûgoyan di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, eger heye niha hêzên Iraqî ji bakurê Mûsilê bi paş ve vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi arambûna aloziyan û destpêkirina guftûgoyan di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, eger heye niha hêzên Iraqî ji bakurê Mûsilê bi paş ve vekişin.

Hefteya borî, hêzên Pêşmerge li Zumarê hêzên Heşda Şeibî şikand û bi tundî bersiva êrîşên wan da, ji bo wê mebestê jî hêzeke mezin ya Iraqê û Heşda Şeibî li wê navçê hat komkirin, lê niha hêdî hêdî bi paş ve vedikişin.

Jêderekî leşkerî ji ajansa “AA” re ragihand, giriftên leşkerî hatin çareserkirin û şer jî rawestiya. Niha guftûgoyê dest pê kiriye, ji bo li navçeyên cihê nakokiyê û xalên sînorî bigihin rêkeftinekê.

Raid Sadûn Dilêmî ji polîsa federalî ya Iraqê ji wê ajansê re ragihand, hevkariyên leşkerî yên di hefteya borî de dihatin wan navçeyan, hêdî hêdî bi paş ve vedikişin.

Dilêmî diyar kir, proseya vekişandinê gav bi gav dibe û grûp bi grûp bi çekên xwe ji navçeyan diçin, tenê hêzeke pêwîst ji artêşa Iraqê ji bo parastina wê navçeyan dimîne.

Anîna wan hêz û hevkariyan ji wan navçeyan re, vediger ku ziyaneke mezin gihêştiye wan hêzan û li pêş hêzên Pêşmerge hatin şikandin.

Piştre, danûstandin û guftûgoyê dest pê kir, ji bo li wan navçeyan bigihin rêkeftinekê, lê heta niha naveroka wan civînan bi tevahî nehatine aşkerekirin.

Eqîd Ehmed Cibûrî ji artêşa Iraqê ji ajansa “AA” re ragihand, ta niha artêşa Iraqê li xalên sînorî yên Îbrahîm Xelîl bi Tirkiyê re û Pîşabûrê bi Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) nehatine belavkirin.

Berî bîstekê jî, Peyamnêrê K24ê li deriyê sînorî Îbram Xelîl ragihand, ti hêzeke Iraqî nehatiye wê deverê.

Parlemantarê Iraqê yê parêzgeha Neynewayê Rehîm Şemerî ji “AA” re ragihandiye, biryar e hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê bi serperiştiya hêzên Amerîkî li nêzîkî Pîşabûrê bên belavkirin.

Şemerî ragihandiye jî, li gor rêkeftinê, heşt navçeyên cihên nakokiyê li sînorê parêzgeha Neynewayê hene, bi hevbeşî hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê wan bi rê ve dibin.