Civîna Astana bê encam bidawî hat

Civînên çareseriya krîza Suriye ya 7an li paytexta Kazaxistanê Astanayê bêencam bidawî hatin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civînên çareseriya krîza Suriye ya 7an li paytexta Kazaxistanê Astanayê bêencam bidawî hatin. Babetên ku liser rêkeftinek rû neda: guherandina dîl û girtiyan di navbeyna rejîm û opozisyonê de û alîkariya mirovî ji bo heremên kêmkirina şer bûn.

Di heman demê de alî liser wê yekê lihevhatin ku, xebatên xwe jib o çareseriya pirsgîrekan bidomînin. Rusya xwest welatên garantor (Rusya, Îran û Tirkiye) nirxandinek liser pêkanîna Kongreyek Neteweyên Suriye pêkbînin, lê alî jiber ku di vê babetê de xwedî helwêstên cuda ne, nirxandina vê Kongreyê jî hate bi paşve xistin.