Ebadî êrîşî ser medyaya Kurdî dike

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi tundî êrîşî hin kenalên Kurdî kir û got: “Ew tawanên şer dikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro bi tundî êrîşî hin kenalên Kurdî kir û got: “Ew tawanên şer dikin.”

Ebadî di çarçova daxuyaniyeke rojnamevanê de, ku îro ji piştî civîna Encûmena Wezîran encam da got. “Hin kenalên Kurdî hene, hanê bi kuştina leşkerên Iraqê didin û ew jî ne cihê qebûlkirinê ye û diçe xana tawanên şer.”

Ev daxuyaniya Ebadî piştî wê tê, ji berî çend rojan Desteya Ragihadin û Pêwendiyên Iraqê ya ser bi Encûmena Wezîran ve daxwaza ragirtina weşana Kenalên Kurdistan24 û Rûdawê kirin.

Dijayetiya li hember Kurdistan24ê piştî wê tê, di dema borî de, kenalê romala êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li ser sînorên Kurdistanê bi giştî û Kerkûk û Xurmatûyê bi taybetî kir.

Di yekem karvedanê de jî, hikûmeta Iraqê û mîlîşyayên Heşda Şeibî karkirina Kurdistan24ê li sînorê di bin desthilata artêş û Heşdê de qedexe kir.

Hevdem, nivîsgehên Kurdistan24ê li Bexda û Kerkûkê girtin û muhleta karkirina tîmên wê jî li cihên ku di bin destê artêş û Heşdê de ne jî hilweşand.

Her di çarçova dijayetiya kaenalên Kurdî de, duh kamîremanê kenala Kurdistan TV Erkan Reşîd li Daqoqê bi awayekî hovane ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve û li pêş çavên hevjîn û zarokên wî şehîd kirin.

Derbarê gefên Heyder Ebadî de, Rêvebirê Giştî yê Kurdistan24ê Nûredîn Weysî ragihand, daxuyaniya Ebadî gefeke ne rasterast li ser jiyana karmendên Kurdistan24ê ye, ji ber wê hikûmeta Iraqê berpirsyar dizanin, li hember jiyana her karmendekî kenala me.

Diyar kir jî, daxuyaniya Ebadî ya îro rêxweşkirina li pêş êrîşkirina li karmendên Kurdistan24ê ye, ji ber wê jî amajeya metirsîdar bikar aniye û ew kenala “Bi encamdana tawanên şer” tuhmetbar kiriye. Ji ber wê jî hikûmeta Iraqê berpirsyar e li hember her gefekê li ser jiyana karmendên Kurdistan24ê çê bibe.