Pişka Herêma Kurdistan ji budceya Iraqê tê kêmkirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji budceya sala dahatî ya Iraqê, bi rêjeya 4.3% kêm kiriye.
Li gorî nûçeyên medya Iraqî, pişka Herêma Kurdistanê ji budceya pêşinyarkirî ya hikûmeta federal ji 17% ji bo 12.67%, hatiye kêmkirin, wate bi rêjeya 4.3% budceya Herêma Kurdistanê hatiye kêmkirin.
Hevdem li gorî heman pirojeyî, Herêma Kurdistan hatiye pabendkirin ku rojane 250 hezar bermîl neft bifroşe û dahata wê radestî Iraqê bike.
Di îpirojeyî de, nirxê ek bermîl neft b 43 dolaran hatiye texmînkirin.