Hejmarek kongirêsman kempîneke piştevaniya Kurdistanê encam didin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hejmarek kongirêsmanên Amerîkî dest bi kempîneke piştevaniya Kurdan li dijî êrîşên Heşda Şeibî li ser Herêma Kurdistanê kirine.
Biryar e îro êvarî ew kongirêsmanên Amerîkî kongirekî rojnamevanî di nav Kongirêsê de lidar bixin û têde daxwazê ji îdara Trump bikin ku piştevaniya Kurdan bike û Herêma Kurdistan ji êrîşên Heşda Şeibî û hêzên ser bi Îranê ve biparêze.
Herweha biryar e kongirêsmanên Amerîkî daxwazê ji Koşka Sipî bikin, alîkariyên bêtir ji bo hêzên Pêşmerge pêşkêş bike bi armanca parastina xelkê Herêma Kurdistanê.