Hurgiliyên Kongreya Soçî hîn nehatine zelalkirin

Lavrov diyarkir ku, hîn zû ye liser birêxistin û encamên vê Kongreyê bê axaftin. Hurgiliyên Kongreyê bi xwe hîn nehatine zelalkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina xwe ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkarî û Ewleyî ya Ewrûpayê (RHEE) Thomas Greminger  konferansek rojnamevanî lidar xist û tê de herweha liser Kongreya Gelên Suriyeyê, ku tê çaverêkirin li Soçî lidar bikeve rawestiya.

Lavrov diyarkir ku, hîn zû ye liser birêxistin û encamên vê Kongreyê bê axaftin. Hurgiliyên Kongreyê bi xwe hîn nehatine zelalkirin.

Lavrov got: “Ji bo Kongreyê me vexwendin, yên li derve jî dinav de ji tevayiya Opozisyona Suriye re hinartiye. Pêkanîna Kongreyê di çarçoweya biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî de ye.

Di civîna 7em a Astana de, liser Kongreya Soçî, Rusya pêşniyarî ji Tirkiye û Îranê jî re biribû, ku ligel Rusya alîkariya pêkanîna Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Soçî bikin. Lê, Îran û Tirkiye bersîvek yekser nedabûn Rusyayê, gotibûn dê binirxînin. Vexwendina PYD jî, ji alî Rusyayê dilgiranî ligel Enqereyê peyda kiribû.

Hin aliyên Opozisyonê, hîn ji niha ve diyarkirin ku Kongreya Soçî, pêngavek Rusya ya yekalî ye û ew dê beşdariyê di Kongreyê de nekin.