Bozdag: . Hêzên Navnetewî DAÎŞ ji bo plan û projeyên xwe bikartînin

Bozdag: Ez gelek bi eşkereyî dibêjim. Hêzên Navnetewî DAÎŞê ji bo plan û projeyên xwe wekî hêza sereke bikartînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag ragihand: Hêzên navnetewî DAÎŞê ji bo pilan û projeyên xwe bikartînin. Bozdag îro li Stenbolê di kombûna Serokatiya Karên Ewkafê de axifî û balê kişand li ser şerê DAÎŞê û got: “Amerîka hevkariya PKK û YPGyê dike û DAÎŞê bikaratîne. Li bakurê Suriyeyê ji ber şerê DAÎŞê Ereb dest ji cih û warên xwe berdidin û Kurd dikevin şûna wan.

Amerîka digel PKK û YPGyê hevkarî kir û piştre DAÎŞ ji Reqqayê vekişiya. Ez niha dipirsim. Gelo we agahiyek di derbarê pevçûnên li Reqqayê de bihîst? Gelo ti kes hat huştin û birîndar bû. Lê me dît ko YPG û DAÎŞ lihevkirin e û korîdor hatiye avakirin û DAÎŞ dest ji Reqqayê berdaye. Ez gelek bi eşkereyî dibêjim. Hêzên Navnetewî DAÎŞê ji bo pilan û projeyên xwe wekî hêza sereke bikartînin. Bi şerê DAÎŞê Ereban ji bakurê Suriyeyê derdidixin û Kurdan tînin şûna Ereban.”