8 paswanên sînor ên Îranê hatin kuştin

Medyayên Îranê belav kirin, duh êvarê û ji ber şer û pevçûnên leşkerên Îranê bi grûpên çekdar re li navçeya Çaldêranê 8 paswanên sînor ên Îranê hatin kuştin.

8 paswanên sînor ên Îranê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyayên Îranê belav kirin, duh êvarê û ji ber şer û pevçûnên leşkerên Îranê bi grûpên çekdar re li navçeya Çaldêranê 8 paswanên sînor ên Îranê hatin kuştin.

Li gor zanyariyan, grûpên çekdar li bakurê Ormiya Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser hêzên Îranê kirin û ziyaneke mezin gihandin wan.

Alîkarê Parêzgarê Ormiyê Elî Riza Rad ji ajansên Îranî re ragihand, duh danê êvarê li navçeya Çaldêranê ya sînorî şer di navbera paswanên sînor ên Îranê û hejmarek ji çekdaran de derket.

Elî Riza Rad tekez kir, di wî şerî de 8 endamên paswanên sînor hatin kuştin.

Ta niha ti aliyekî berpirsatiya xwe derbarê wê êrîşê de ranegihandiye.