Erdogan: Li Şingal û Qindîlê şerê PKKê dikin
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, heger hikûmeta navendî ya Iraqê kampên PKKê li Qendîl û Şengalê têk nede, ewê bi hemû hêzên xwe êrişî wan deran bikin.
Erdogan li bajarê Manîsayê di merasîma çêkirina bingeha avahiyan de got: “Heger dewleta desthilat ya ser Qendîl û Şengalê kêşeyên wan deran çareser neke, emê wan deran hilweşînin. Li Sûriyê, ji Cizîrê heta Îskenderûnê, li ku derê rêxistineke terorê hebe, emê ji asîmanê û bejahiyê her cure operasyonê bikin.”
Erdogan got jî: “Ti dewleteke rewa leşkerên xwe bi terorîstan re naxe tevgerê. Kî digel wan be, ew jî terorîst e. Heta niha di bin navê hevpeymanî û hevalbendiya stratejîk, xwestin me bixapînin. Gotina me ya dawî bo wan ev e, êmê li Iraq û Sûriyê êrişî hemû kampên terorê bikin.”
Herwiha got: “Em bi biryar in ku hemû hebûnên terorê yên derveyî sînorên xwe biqedînin. Me operasyonê xeta Cerablus û Babê bi serkeftin bidawî anî. Li Îdlibê jî em bi serkeftî birêve dibin û her gavek dibe, emê li deverên din jî bikin."
Di encama şerê navbera gerîlayên PKKyê û Arteşa Tirkiyeyê de duh li bajarê Diyarbekirê gerîlayekî PKK canê xwe jidest da û di beramber de jî polîsek hat kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bûn.