Israîl amade ye rastî hevpeymanên Îranê bê

Lieberman: Hizbullaha Lubnanî û Îran Lubnan xistine bin destê xwe de û dest jikarkêşana Seed Herîrî vê yekê piştrast dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de derbarê destjikarkişana serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî û guvaş û hejmûna Îranê li pişt wî karî, wezîrê berevaniya Israîlê Avigdor Lieberman ragihand: "Israîl rê nade mihwerê Îranî li ser sînorê bakurê Israîl hêzên xwe rêk bixe."

Lieberman got: "Artêşa Israîl amade ye rastî hevpeymanên Îran bê, Hizbullaha Lubnanî û Îran Lubnan xistine bin destê xwe de û dest jikarkêşana Seed Herîrî vê yekê piştrast dike."

Navhatî diyar kir: "Mihwerê Îranê cihê dilgiranî metirsiyê ye û li nav Sûrya û Lubnanê kar dike, vê dawiyê karta Xezze jî kontrol kirin û niha pêwendî di navbera Tevgera Hemas û Îran û Cîhada Islamî de bihêz bû ye."