Îran daxwaza xûrtkirina “Hevkariya dijî terorê” ji Suriye dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor agahdariyan di pêwendiyek telefonî di navbeyna Wezîrê berevaniyê yê Îranê Amir Hetamî û Wezîrê berevaniyê yê Suriyê Fahd Casim El Freij de, rewşa hevkariya serbazî ya her du welatan liser erdê û herêmê, rûdanên heremê û navneteweyî û hevkariya dijî terorê hatiye axaftin.
Wezîrê Îranî kêfxweşiya xwe ji rewşa dawî ya li Suriye aniye ziman û j ibo pêkanîna ewleyî û aştiyê di Suriye de Îran amade ye herdem alîkarê Suriye be.
Wezîrê Suriye “spasiyên xwe ji bo piştgiriya Îranê di şerê dijî siyonizm û terorîzmê de” kir. Freij diyarkir, ”Îran û Suriye yekdest in û bi alîkariya Îranê karîne desthilata xwe biparêzin”.
Her di vê pêwendiya telefonî de Hetamî xwestiye hevkariya her du welatan di şerê “dijî terorê” de xûrttir bibe.