Li Helebê HSD û Artêşa Azad dîl û termên xwe bi hev guhertin
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê pêwendiyên derve yê Artêşa Azad Se'ed Tîba ji ajanseke opozisyona Sûryê re got: "Hêzên Sûrya Demokrat beramberî dîlekî xwe, serkirdeyekî me li gel 10 termên şervanên Artêşa Azad radestî me kirin."
Li gorî wî serkirdeyê opozisyonê, ew dîl û kuştî di şerê gundê Ên Deqna de ketbûn di destê HSDê de.
Berî niha jî Artêşa Azad ragihandibû, ku danustandin di navbera wan û HSDê de hene ji bo radestkirina dîlan û terman, lê HSD hîn ti zanyarî li ser wê yekê belav nekiriye.