Nêçîrvan Barzanî: Take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirina li Nûnerê Taybet yê NY li Iraqê Jan Kubis û şanda pê re, ragihand, pêwîst e her aliyek hewla bidawîbûna wan aloziyan bide û li şûna wê, dest bi diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê Serokewzîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê NY li Iraqê Jan Kubis kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên yên navçê, Iraq û Herêma Kurdistanê hatin behskirin. Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin, pêwîst e her aliyek hewla bidawîbûna wan aloziyan bide û li şûna wê, dest bi diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin.

Di vê derbarê de jî her du aliyan, rola civaka navdewletî ji bo amadekirina zemîna guftûgoyan bi pêwîst zanîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, guftûgo û diyalog e û hikûmeta Herêma Kurdistanê berê û niha jî amadehiya xwe ji bo destpêkirina guftûgoyên ligel Bexdayê derbiriye.