Muqteda Sedir daxwaz ji grûpa xwe dike ji Kerkûkê derkeve

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di nameyekê de daxwaz ji yekîneyeke Heşda Şeibî dike, di 72 demjimêran de ji Kerkûkê derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di nameyekê de daxwaz ji yekîneyeke Heşda Şeibî dike, di 72 demjimêran de ji Kerkûkê derkevin.

Muqteda Sedir di nameyê de, daxwaz ji grûpa Seraya Selam dike tevahiya baregehên li Kerkûkê bigire û dosyên ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê û parêzgehên din radestî hêzên ewlehiya bibin.

Di destpêka vê hefteyê de, du teqînên xwekujî li pêş baregeha Seraya Selam a ser bi Tebgera Sedir ve li Kerkûkê rû dan û di encamê de nêzîkî 20 kesan hatin kuştin.

Piştî ku roja 16ê Cotmehê, çend berpirsên aliyekî siyasî parêzgeha Kerkûkê radesî Heşda Şeibî kirin, rewşa ewlehiyê li bajêr aloz bûye û ta niha jî asayî nebûye.

Ji ber êrîşên mîlîşyayên Heşda Şeibî li ser bajarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, zêdetir ji 180 hezar welatiyên Kurd yên wan navçeyan koçberî Hewlêr û Silêmaniyê bûne û ta niha nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.