Serkirdeyekî PDK-Sê li Dêrikê hat binçavkirin

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Qasim li Dêrikê hat binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdilrehman Qasim li Dêrikê binçav kirin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, li Dêrikê hêzên Entîterorê yên ser bi Rêveberiya Xweser ve îro demijêr 11:00 endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê  Ebdilrehman Qasim li pêş dibistana Mamon binçav kirin.

Ev yek di demekê de ye, biryar bû îro kongira Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Qamişlo bihata girêdan, lê ji aliyê Asayişa Rojava ve hate qedexekirin.

Endam û serkirdeyên ENKSê nerazîbûna xwe ji van kiryaran nîşan dan û diyar kirin ku ev kiryar projeya netewî ya Kurdî û ENKSê ji xwe re armanc digre.