Binpêkirinên Destûrê yên hukimeta Iraqê berdewam in

biryarnameyek a Wezareta Derve ya Iraqê ji 02 Mijdar 2017an belavkiriye, ku tê de tê xwestin di nivîsên fermî yên daxwaza bêhndanê de bêjeya Herêma Kurdistanê neyête bikaranîn, lê bakurê Iraqê bête nivîsandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Binpêkirinên hukimeta Bexdayê yên Destûrê hemberê Kurd û Kurdistanê her berdewam in. Desthilata Bexdayê rêya zorê, tadeyê û binpêkirinan hemberê Kurdistanê daye pêş xwe.

Rawêjkarê Serok Barzanî Hêmîn Hewramî di twittera xwe de biryarnameyek a Wezareta Derve ya Iraqê ji 02 Mijdar 2017an belavkiriye, ku tê de tê xwestin di  nivîsên fermî yên daxwaza bêhndanê de bêjeya Herêma Kurdistanê neyête bikaranîn, lê bakurê Iraqê bête nivîsandin.

Desthilata Bexdayê li aliyekî qala Destûrê dike, li aliyê din hemberî Kurdistanê her dijberiyekê dike û Destûra Iraqê bi xwe binpê dike.