Firokeyên Îranê ezmanê Iraqê kontrol kirine
K24 - Navenda Nûçeyan
Komara Islamya Îranê ragihand, hêzên wan yên ezmanî li ezmanê Iraqê dest be çavdêriya tevgera firokeyên navdewletî kirine, ew jî bi mebesta çavdêrîkirina merasîma çileyê Hisên, ku nêzîkî 3 melyon serdankirên Îranî têde beşdar in.
fermandeyê berevaniya ezmanî yê îranî Şemxal Ceiferî diyar kir, Îran sîstema mûşekî û radar û sîxuriya eliktronî li ser sînorê di navbera Iraq û Îranê de daniye, daku hevkariya hêzên ezmanî bikin.
Şemxal Ceiferî got jî: "Di rojên merasîma çileya Hisên de, wê tevahiya ezmanê Iraqê ji aliyê Îranê ve bê kontrolkirin û piraniya wan karan wê ji aliyê firokeyên bê firokevan bên encamdan."