Israil balyozxaneyê li Siûdiyê vedike?

Herweha rojname dinivîse ku, Siûdî amade ye rêkeftina ewleyiyê ligel Israilê imze bike û hevkariyê bi Israilê re lidij Îranê pêkbîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor rojnameya Yeni Şafak a Tirkiye, ku nêzîkî hukimeta Tirkiye tê nasîn dide diyarkirin ku, generalê Siûdî Enwer Aşkî ragihandiye, Siûdiyê dê rê bide balyozxaneya Israilê li Riyadê were vekirin.

Herweha rojname dinivîse ku, Siûdî amade ye rêkeftina ewleyiyê ligel Israilê imze bike û hevkariyê bi Israilê re  lidij Îranê pêkbîne.

Rojname diyar dike, Aşkî ji kanal24 a Israilê re axifiye, Tirkiye ê Iran bi siyaseta dagîrker tometbar kiriye. Ligor Aşkî, geleên Ereb dê hevkariya ligel Israilê bi erênî binirxînin, jiber ku dijminê wan ê sereke û hevbeş Iran e.