Gefên şêwirmendê Xamineyî li Seed Herîrî eşkere dibin

Wîlayetî ji Herîrî re gotiye: Divê tu piştevaniya xwe ji milîsên Hizbullahê re rabigehîne, heger na dê weke Refîq Herîrî li te bê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpereke Îranî, roja çarşemê naveroka civîna di navbera, şêwirmendê rêberê bilindê Îran Elî Ekber Wîlayetî û serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî eşkere kir.

Wê malpera Îranî li ser zimanê jêderekî haydar ragihand: "Elî Ekber Wîlayetî gef li Seed Herîrî kiriye û jêre gotiye, heger pêbendî ferman û rênmayên Îranê nebe wê tevliheviyeke mezin li welatê wî û li herêmê çêbibe."

Li gorî hemanê jêderî, Wîlayetî gotiye: "Divê ew wek serokwezîrê Lubnanê piştevaniya xwe ji milîsên Hizbullahê re rabigehîne, heger neke wê rasterê bandor li ser çarenivîsa wî bibe û dê weke bavê wî Refîq Herîrî lê bê."

Hevdîtina Herîrî û Wîlayetî roja şemiya derbasbûyî bû, piştî wê hevdîtinê Seed Herîrî ji Riyadê paytexta Siûdiyê gotareke televizyonî pêşkêş kir û ji bilî ragihandina destjikarkişana xwe got: "Niha rewşa Lubnanê wek ya ku bavê wî Refîq Herîrî têde hat terorkirin, Îran destdirêjiyê dike û divê destên wê bên jêkirin, ji ber ku li her cihekî Îran hebe, wêrankarî û tevlihevî çêdibe."