Siûdî daxwaza dorpêçê liser Îranê dike

Cubeyr destnîşankir ku, Mûşeka roja şemiya berê ji Yemenê ber bi Riyadê ve hate teqandin, mûşekek Îranî bû û ji alî Hizbullah a Lubnanî û Iraniyan ve hatibû montekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Kendavê aloziyên di navbeyna Erebistana Siûdî û Komara Islamî kûr dibin. Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil El – Cubeyr di hevpeyvînek ligel telewizyona CNBC a Amerikî de pirsgîrekên navbeyna her du welatan bi berferehî nirxand.

Cubeyr destnîşankir ku, Mûşeka roja şemiya berê ji Yemenê ber bi Riyadê ve hate teqandin, mûşekek Îranî bû û ji alî Hizbullah a Lubnanî û Iraniyan ve hatibû montekirin. Herweha rahenerên Hizbullah û Îranî perwerde dan e Hussiyan, ku çawa ew mûşek tê bikaranîn.

Cubeyr ev kiryara Îranê hemberî Siûdiyê wekî ragihandina şer binavkir û got: “Em naxwazin bikevin şerek yekrast ligel Îranê, lû dixwazin dorpêçek xûrt a navneteweyî hemberê Îranê lidar bikeve. Herweha bernameya mûşekî ya Îranê, piştgiriya terorê ya Îranê binpêkirina peymanên navneteweyî ye û raya giştî ya cîhanê dive vê yekê ji Îranê re qebûl neke”.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê diyarkir ku, Hizbullah a Lubnanî rêxistinek terrorist e û ew rê nadin Lubnan bibe binkeyek ji bo dijberiya Siûdiyê û metirsî liser herêmê.