BBC: Îran bingeheke leşkerî li başûrê Şamê ava dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran bingeheke leşkerî ya mezin li başûrê Şamê paytextê Sûriyê li nêzîkî sînorê Îsraîlê ava dike.
BBC a Brîtanî hin wêneyên bi riya heyva destkird hatine girtin belav kirin û diyar kir, li nêzîk navçeya Kiswê ya başûrê Şamê karê avakirinê di navbera mehên Çile û ta Cotmehê de heta vê mehê de li navendeke artêşa Sûriyê hatine kirin.
Li gor BBC, 20 avahiyên nizm li wê navendê diyar dibin, ku dibe ji bo bicihkirina çekdaran û otombîlan be, lê heman jêderê amaje bi wê jî kiriye, armanca avakirina wê bingehê hîn nehatiye zanîn.
Navçeya Kiswê 14 K.M li başûrê Şamê ye û 50 K.M ji bilindahyên Colanê dûr e.
Ji demekê ve Îsraîl dibêje, Îran kar li ser avakirina bingehên leşkerî yên her timî li Sûriyê dike û ew yek bi hêla sor li cem Îsraîl binav kiribû.