Firokeyeke şer ya Îranê ket xwarê

Firokeyeka şer ya Îranê li nêzîkî parêzgeha Faris ya li başûrî wî welatî ket xwarê û firokvanê wê jî canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeka şer ya Îranê li nêzîkî parêzgeha Faris ya li başûrî wî welatî ket xwarê û firokvanê wê jî canê xwe jidest da.

Li gor zanyariyan, firokeyeka şer ji cura SU 22 ser bi supaya Pasdarên Îranê ve ye, heta niha jî sedema ketina wê firokeyên ne hatiye zanîn.

Li gorî medyaya Îranê, ew firokeya ji ber “pirsgirêkên teknîkî” ketiye.