Berdevkê Heşda Şabi: Silêmanî gelek xebat dijî referendûmê kirin

Berdevkê Heşda Şabi Ahmed Esedi di Konferansek rojnamevanî li bajarê Kerbela ya Iraqê ragihand: “Fermanbarê Hêza Qudis a Iranê Qasim Silêmanî xebatên girîng dijî referendûma serxwebûna Kurdistanê pêkanîn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Heşda Şabi  Ahmed Esedi di Konferansek rojnamevanî li bajarê Kerbela ya Iraqê ragihand: “Fermanbarê Hêza Qudis a Iranê Qasim Silêmanî xebatên girîng dijî referendûma serxwebûna Kurdistanê pêkanîn.”

Berdevkê Heşda Şabi herweha diyarkir: “Qasim Silêmanî ne li Kerkûkê bû. Lê, kes nikare bipirse – çima ew li Iraqê ye? Ew liser daxwaza hukimeta Iraqê li vir e. Ew şêwirmendê hukimeta Iraqê ye. Pêwendiyên baş ên Komara Islamî ligel Bexda û herêmê jî rastiyek in.”